Huso ü Naze
Huso ü Naze
Du Evindaren Nemir 1880-1950
  • 5 İŞ GÜNÜ
    İÇİNDE KARGODA
  • Basım Yılı
  • Sayfa Sayısı
    160
  • Kağıt Türü
    Kitap Kağıdı
  • Ebat
    13,5 x 21
  • Dil
    Kürtçe
  • Cilt Durumu
    Karton Kapak
  • ISBN-13
    9786259094724
Ev destana ku nêzî sed û pêncî (150) sal berî niha di herêma Serhedê de qewimiye ne tenê destaneke evînî ye.
Ev pirtûk di nav xwe de çand, kevneşopî, axatî û feodalîteyê dihewîne. Ya herî girîng jî di şexsê jina Kurd de fedakariyê derdixe pêş.
Lehengê pirtûkê di temenê xwe yê ciwan de bi nexweşiyeke ku wî roj bi roj ber bi mirinê ve dikêşîne dikeve. Ev nexweşî dibe sedema îxaneta jinbir û birayê wî jî.
Çendekî şûnda Huso bi halên xwe yên per û perişan, çavên xwe dûrî gund di şikefteke reş û tarî de vedike. Nazê bi qêrîn û hawar, bi girîn û lawa çi dike jî kes guh nade wê.
Piştî wê rojê Huso roj bi roj ber bi mirinê, Nazê jî bi jan û êşa Huso dikeve di nav derd û kulan. Her sibeh tunebûna Huso dil û hinavên Nazê qax dike, lê neçar û stûxwar dimîne nikare tu tiştî bike. Rojekî esreke dereng ew şikefta reş û tarî şahidetiya evîneke nemir dike. Ew şikeft bi dengê Nazê û Huso olan dide.   
Ev destan ne ya roja îro ye, bi salane evîna Huso û Nazê ji bo dengbêjan cihekî girîng digire. Heya niha bi dehan dengbêj ew strana ku her du evîndaran bi halekî şepirze û ber bi mirinê bûn avêtibûn ber hev, anîne ziman. Çend belgefilm jî hatine kêşan.
Lê ev destana Huso û Nazê wek Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Derwêş û Edûlê divê cihên xwe di wêjeya Kurdî de bigire...
Ürün Kategorileri
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
 
FIRSATLAR
© 2026 Küresel Kitap - Tüm Hakları Saklıdır