Û rûyê min di nava du destên min da hepsî ye.
Şilî dibare bi ser siya şevê da.
Helbesteka nîvcî hêdî-hêdî dilê min şil dike.
Bêriya lêvên te bi ser lêvên min da digire.
Helbestkarê min!
Dilopên şiliyê serê xwe didine ser kevirên kuçeyan.
Kilameka qedexe sîngê min dişewitîne.
Bêhna şiliya destên te bi ser dilê min da digire.