Gotarên Vekolînên Çanda Kurdî
5 İş Günü
İçinde Kargoya Teslim
| Etiket Fiyatı | : | 580,00 TL |
| Satış Fiyatı | : | 435,00 TL |
Ürün Özellikleri
- Basım Yılı:2025
- Sayfa Sayısı:498
- Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
- Ebat:16 x 23
- Dil:Kürtçe
- Cilt Durumu:Karton Kapak
- ISBN-13:9786256605541
Kurdên bakurî di van salên dawî da bi saya hin derfetan di warê vekolînên çandî da pêngavên baş diavêjin û ev xebat jî yek ji van pêngavan e. Bi vê mebestê me bi beşdarîya çendîn vekoleran "gotarên vekolînên çanda kurdî" pêk anî ku xala wan a hevbeş kurd û çanda kurdî ye. Ji alîyê şaxên kurdnasîyê ve ev xebat vekolînên qadên folklor mîtolojî edebîyata zarokan edebîyata klasîk edebîyata nû ziman dîrok wergêran dîn û çanda giştî li xwe digire. Ji alîyê zimanî ve jî ji 21 gotarên vê xebatê 12 jê bi zimanê kurdî 6 bi tirkî 2 bi farisî û 1 jî bi îngilîzî hatine nivîsîn.
Di vê çarçoveyê da Shahab Vali li ser mîtolojîya kurdan Ayhan Yıldız Gülbendin Gülmez Türkan Tosun û Mehmet Yüce li ser folklora kurdî Ferhat Çiftçi mijareke edebîyata zarokan M. Zana Karak Mesut Arslan û Önder Beyter li ser edebîyata klasîk Güneş Kan li ser deqeke edebîyata nû Ahmet Seyarî li ser Tesrîfa Teremaxî mijareke zimanî Ümit Eser-Aydın Bayad-Kenan Alparslan-Ercan Şen li ser kêşeya kurdî di tezên psîkolojîyê da Orhan Örs Kenan Bozkurt Caner Yelbaşı û Elî Rehmetî li ser dîroka kurdan Ekrem Bexşî li ser neqşên xalî yên du eşîretên kurdên Îranê Mehmet Bezat Ekinci-Metin Sert-Ömer Doru li ser aborîya Mêrdînê Bayram Kanarya li ser nirxandina Hedîsên Cenabê Pêxember a Kamiran Bedirxanî Nevzat Eminoğlu û Haşim Özdaş jî li ser wergêrana deqên dînî yên kurdî bîr û rayên xwe yên zanistî pêşkêşî me dikin.