Kurdan mêrxasî egîdî camêrî evîn êş jan tecrûbe şîret xwestin xewn û xeyalên xwe bi çîrokan anîne zimên û vegotine. Ev çîrok nifş bi nifş ji kal û pîrên me gihîştine me.
Çîrokên me weke behrê ne tenê di heşê mirovan de cemidî ne ew ava pak û zelal naherike ku bigihîje nifşên nû daku zarokên me jê vexwin. Divê zarokên me ji wê avê vexwin ku heyatê bide civatê û çanda me şên û geş bibe:
...geh dibûm Mihemedê Pîrê Kûrsan Birayê Biçûk geh dibûm zarok Pîra Himhimî Gur Rovî... Geh min dida pey wan geh wan dida pey min. Carinan jî dibûm Şêr û Şepal min riya xwe şaş dikir û ne li gora çîrokê diçûm...