Diwana Şex Ehmede Feqir
Diwana Şex Ehmede Feqir
Etiket Fiyatı:100,00 TL
Satış Fiyatı:75,00 TL
Ürün Tükendi
Ürün Özellikleri
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:576
  • Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
  • Ebat:13,5 x 21
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
  • ISBN-13:9786055053949
Ürün Kategorileri
Katkıda Bulunanlar
Şêx Ehmedê Feqîr yek ji wan şa'irên Kurd ên serdema mîrektiyan e ku xwedî dîwaneke mezin û giranbiha ye. Heta niha ne navê wî ne jî dîwana wî ya ku nusxeya yekane bû ji aliyê lêkolîneran ve nehatiye nasîn. Ev destxet bêyî ku li bobelat û musîbeteke ku hatiye serê gelek berhemên Kurdî rûbirû were ji aliyê malbata helbestvan ve heta dema me parastî maye.

Dîwaneke dused sale
Hin ji taybetmendiyên girîng ên vê dîwanê ev in:
Di edebiyata Kurdî ya klasîk de piştî dîwana Melayê Cizîrî û Pertew Begê Hekarî sêyemîn dîwana Kurdiya Kurmancî ya muretteb e. Her wiha ev dîwan di nava dîwanên Kurdî tevan de yekem berhem e ku bi destê muellifê xwe hatiye nivîsîn. Yanî dîwan ne îstînsaxkirî nusxeya muellif bi xwe ye.
Ev dîwan bi Kurdî Erebî û Farisî di sala 1237/1822an de hatiye nivîsîn. Hebûna vê dîwanê ji bo edebiyata Kurdî gencîneyeke bêhempa ye.
Şêx Ehmedê Feqîr ji malbatek zana û mutesewif e. Jiyana wî li gundê Şawira û Gundşêxê derbas bûye ku ev gundana îro li ser Dihê/Erûha Sêrtê ne.
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Hakkımızda  |   Bize Ulaşın  |          
Yamanevler Mahallesi, Küçüksu Caddesi, Bıldırcın Sokak, No: 9 Dükkan: 1 (İmam-ı Azam Camii Karşı Sokağı) / Ümraniye / İstanbul / Türkiye   E-Posta : bilgi@kureselkitap.com
© 2024 Küresel Kitap Tüm Hakları Saklıdır.