Antolojiya Dengbejan 2
Dengbej Şakiro
5 İş Günü
İçinde Kargoya Teslim
| Etiket Fiyatı | : | 580,00 TL |
| Satış Fiyatı | : | 435,00 TL |
Ürün Özellikleri
- Basım Yılı:2019
- Sayfa Sayısı:640
- Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
- Ebat:13,5 x 21
- Dil:Kürtçe
- Cilt Durumu:Ciltli
- ISBN-13:9786059413435
Dengbêjî yek ji wan stûnên herî xurt yê zargotina Kurdî ye. Dengbêj dema ku distirê ne tenê bi xweşiya dengê xwe herwiha bi mijara kilama xwe bi teşbîh û metaforên zimanê xwe bûyeran ji nû ve di hişê guhdaran de vedijîne. Ev xal dengbêjiyê ji asta muzîkê derdixe û di zargotina Kurdî de li ser textekî nû dide rûniştandin.
Dema ku behsa dengbêjî û dengbêjan bibe bêguman navê ku herî zêde tê ser ziman dengbêj Şakiro ye. Şakiro bi dengê xwe bi terza vegotina xwe û bi hûnandina teşbîh û tabîrên xwe navê xwe wek efsaneyekê daye nivîsîn. Li gund û bajarên Kurdan di dawet û cemaatên Kurdan de bandên ku li ber dengê Şakiro hatine tijekirin carinan di boxçê bûkan de bûne xelat carinan bûne diyarî di navbera eşîr û egîtan de.
Ev berhema di destê we de em dikarin bibêjin ku heta îro xebata herî berfireh e ku li ser kilamên Şakiro hatiye nivîsîn.
35 heb li ser serhildanê 183 heb li ser evîniyê 27 heb di derbarê şerên navxweyî de 3 heb destan û 18 heb jî di derbarê xwezayê de bi tevahî 266 kilam hatine berhevkirin.
Gelek ji van kilaman cara yekem e ku dertên holê.
Di vê berhema ku serpêhatiya amadekirina wê ji 10 salan zêde di ber xwe dayî de kurtejiyana Şakiro û hemû kilamên ku ji aliyê Şakiro ve hatine gotin yek bi yek hatine nivîsîn. Herwiha gelek peyv nav û teşbîhên ku di kilaman de derbas dibin hatine îzahkirin.